‘Hevdîtin neyê kirin em ê her derê bikin cihê serhildanê’

Çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya CPT’yê berdewam dike. Çalakgeran diyar kir ku hevdîtin neyê kirin ew ê her derê bikin cihê serhildanê.

Piştî hat zanîn ku CPT’yê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye, li seranserê cîhanê çalakî tên kirin. Li ser banga seferberiyê ya KCDK-E’yê Kurdistaniyan li ber avahiya CPT’yê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, duh dest bi çalakiya bi sê rojan hat kirin. Çalakî di roja duyemîn de berdewam dike. Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Darmstadt, Maînz, Gîsen, Mannheîm, Hanau, Saarbrûcken û Rûsselsheîmê hatin, çalakî dewr girtin.

Kurdistaniyên li başûrê Elmanyayê dijîn û siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê dijîn tev li çalakiya rûniştinê bûn.

Hevserokê Federasyona FCDK-KAWA ya Başûrê Elmanyê Mehmet Çoban, Nûnera KOMAW a Darmstadtê Murşîde Oltan û siyasetmedar Azîz Tûnç axivîn. Di axavtinan de hat diyarkirin ku divê metirsiyên têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest ji holê bên rakirin.

Hevserokê Federasyona FCDK-KAWA Mehmet Çoban jî got axivî û got: “Eger hevdîtin bi rêya parêzeran bi Îmraliyê re neyê kirin em FCDK-KAWA em ê her qada jiyanê bikin cihê serhildanê.“

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Azîz Tûnç jî wiha got: “ Çi diqewime li Îmraliyê? Haya me jê çêbû ku li Îmraliyê tu hevdîtin nehatiye kirin lê çima CPT wek hevdîtin kiribe, kir? Armanca bi vê dezenformasyonê çi ye? Divê CPT dawî li vê rewşa nediyar bîne.“

Nûnera KOMAW  a Darmstadtê Murşîde Oltan jî wiha got: “Em bi daxuyaniyên ku wê CPT’yê li ser Rêbertiya me bide nasekinin.“

Sibê saet di 10.00’an de pêkhateyên Konfederasyona Fed-Gel’ê çalakiyê dewir bigirin.