Hêrsa li dijî NY’yê mezin dibe: Bêdengî hevkariya sûc e!

Kurdistanî û dostên wan carekî din ji bo destekê bidin Elî Wezîr ê Rojavayî ku ji bo protestokirina bêdengiya Neteweyên Yekbûyî bedena xwe dabû ber agir, li pêşiya NY’yê kom bûn.

Xeteriya jiyana Elî Wezîr ê ji bo bêdengiya Neteweyên Yekbî ya li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî agir bera bedena xwe berdabû hê jî didome. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn ji bo destek bidin Wezîr û êrîşê dewleta Tirk a li ser Rojava protesto bikin li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de li gel alên YPG/YPJ’ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, dirûşmên ‘Bijî Şoreşa Rojava’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bêdengî tê wateya hevkariyê’ hatin qîrkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevre Salîh Saglam axivî û bal kişand ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li Rojava û got: “Bila her kes baş bizane ya îro li Rojava tê kirin, ne tenê li dijî Rojava li dijî hemû Kurdistan û gelê Kurd e. Ji bo vê parastina Rojava tê wateya parastina Kurdistanê. Divê her kes çalakiya Elî Wezîr baş fam bike. Ev çalakî qîrîneke li dijî bêdengiya qetlîamên li ser Kurdan e.

Piştre jî birayê Elî Wezîr Mizgîn Wezîr diyar kir ku çalakiya birayê wî bi wate dibînin û got: “Divê ji bo xwedîderketina li Rojava her kes dakevin qadan. Çalakiya birayê min erka Neteweyên Yekbûyî ya dema dibin Kurd bêdeng dibin bibîrxistin bû.

Akademîsyeên Emerîkî Thoreaû Redcrow jî destnîşan kir ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp xiyanet li Kurdan kir û got: “Tenê hiştina Kurdan ên li dijî DAÎŞ’ê berdêlên mezin dan, ji bo DYE’yê şerm e. Dibe hinekan biyara xiyatenê li Kurdan kiribe dabe, lê ji bo me Emerîkiyan ev biryar şermeke. Em qet û qet gelê Kurd bi tenê nahêlin. Em ê li gel berxwedana wan a birûmet bin.”

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde ber bi Ofîsa Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê ku Elî Wezîr xwe lê şewitandibû ve meşek hate kirin. Li pêşiya ofîsê girseya gel bi yek dengî dirûşmên ku nerazîbûnên xwe yên li dijî bêdengiya NY tîne ziman qîrkirin.

Polîsan li pêşiya ofîsê ewlekariyeke mezin girtin.