Hêrsa Kurdan a li dijî dewleta Tirk nasekîne

Li bajarên Hamburg, Stuttgart, Herne, Saarbûrcken, Hildesheim û Wuppertal ên Elmanyayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

HAMBURG

Di saetên êvarê Kurdistanî û dostên wê li pêşiya stasyona navendiya trenê ya Hamburgê hatin cem hev û ber bi konsolxaneya Tirk meşiyan. Di xwepêşandanê de parlementerê Partiya Çep ya Eyaleta Hamburgê Martîn Dolzer axivî û da diyarkirin ku têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna tevahî mirovatiyê ye û got: “Yên ji xwe re dibêjin ez xwedî wijdanim divê li dijî vê qirkirinê bisekîne.” Nivîskar û Parêzerê Mafên Jinan Anja Flach jî got ku yên herî zêde ji şer zirarê dibînin zarok û jin in û diyar kir şoreşa ku bi destê jinê hatî hûnandin, bingeha hemû êrîşên li dijî Rojava ne. Meş li pêşiya konsolxaneya Tirk bi qîrkirina drûşmeyan bidawî bû.

STUTTGART

Li meydana Kobanê (Schlossplatz) a bajarê Stuttgarta Elmanyayê li dijî dewleta Tirk xwepêşandanekî protestoyî çêbû. Bi hezaran kesê ku li vê derê kom bibûn meşiyan. Saziyên wekî NCKD, MLKP, PARTÎZAN, PYD, MLPD û Initiative Kurdistan piştgirî dan meşê.

HERNE

Di saetên êvarê de li bajarê Herne ya Elmanyayê Kurdistanî û dostên wê ji bo Rojava ku li dijî êrîşên dewleta Tirk liberxwe dide, xwepêşandanekî girseyî pêkanî. Li hemberî girseya gel ku ji navenda bajar dest bi meşê kiribûn faşîstên Tirk xwestin hewlidanên provakasyonê pêkbînin.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî, ciwanên Kurd di çarçoveya pêngava “Nehêle” de ji bo ku balê bikêşin ser êrîş û komkujiyên dewleta Tirk çalakiyekî pêkanîn. Nêzî 100 ciwan ku rêyên tren û kolanan ji hatûçûyînê re girtin gotin: “Heta ku tinekirina welatê me bi çekên Elmanî bidome vê çalakiyên protestoyî yên me jî bidomin.”

HILDESHEIM

Êrîşên dagirkerî û komkujiyên ku dewleta Tirk ya li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê pêktîne li bajarê Hildesheima Elmmanyayê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wê ku li pêşiya istasyona trenê kom bibûn ber bi navenda bajêr dest bi meşê kirin. Meş heta meydana dîrokî ya Bajêr “Am Markt” dom kir. Di meşê de berdevam drûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Erdoganê terorîst” hatin berzkirin û daxûyaniyek derbarê komkujiya sivîlan ya ku dewleta Tirk pêkanîbû hate xwandin. Her wiha tevlîbûna girseyekî qerebalix a Elmanî û piştgirîdana wan bal kêşa.

WUPPERTAL

Kurdistaniyên ku li bajarê Wuppertala Elmanyayê dijîn jî êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojava protestokirin. Di çalakiya ku zêdetirê sedan kesî tevlêbû de berdevam drûşmeyên “Erdoganê faşîst” û “Bijî Kurdistan” hate berzkirin.