Hejmara koçberên diçin Ewropayê kêm dibe

Saziya Parastina Sînoran a Yekîtiya Ewropayê Frontex diyar kir ku kesên bêdestûr dixwazin têkevin nav sînorên Yekîtiya Ewropayê hatiye asta sala 2013’an.

Frontextê diyar kir ku ji ber bandora astengiyên koronavîrusê hejmarên ji bo sala 2020’an li gorî sala borî ji sedî 13 kêm bûye û hewldana derbasbûnê bûye 124.000.

Herî zêde hemwelatiyên Sûriyeyê ji bo koçberiyê serlêdan kirine û piştî wan jî herî zêd hemwelatiyên Fas, Tûnûs û Cezayîrê serlêdan kirine.

Xeta ji Tirkiyeyê ber bi Yewnanistanê ve diçe jî li gorî sala 2019’an ji sedî 70 kêm bûye.

Xeta Rojhilatê Behra Spî ya ku ji Efrîkaya Başûr ber bi Îtalya û Maltayê diçe jî ji sedî 29 kêm bûye.