Hedil ê ku polîsên Elmanyayê girtin ser mala wan: Berxwedana me didome

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Lûdwîgsbûrgê Lokman Hedil ê ku polîsên Elmanyayê girtibû ser mala wî, qala serdegirtinê kir.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Lûdwîgsbûrgê Lokman Hedil ê ku polîsên Elmanyayê girtibû ser mala wî, qala serdegirtinê kir. Polîsan di heman demê de girtibûn ser mala Fîlîz Çakallik û Bîlal Hasaf jî.

Lokman Hedil wisa qala serdegirtinê kir: “Hevjîna min derî vekir, ez gazî eywanê kirim. 10-15 polîs li eywanê bûn. Di destê polîsan de  kaxiza dozger hebû û xwestin li nava malê bigerin. Li odeya zarokan geriyan û dest danîn ser telefona min. Lê tiştek nedîtin. Wêneyê serokê Goranê Noşirvan Mistefa û yê Rêber Apo, wêneyên YPG’ê hebû. Min jî ji wan re got ku ev wêne ne qedexe ne. Min ji polîsan re got, wekî ku ez li Tirkiyeyê bim, vê gotina min li zora wan çû. Min ji wan re got ku, we girtine ser mala min lê ez ê bi paş ve gavan neavêjim. Ev serdegirtin ji ber geşkirina berxwedana li Ewropa ye.”

Hedil bal kişand ser hevkariya Tirkiye û Elmanyayê û got ku “Bi geşbûna berxwedana grevên birçîbûnê ya grevên birçîbûnê re, dest bi polîtîkaya çavtirsandinê dikin.

Hedil banga geşkirina çalakiyan kir û got ku “Ji bo ku şefê van kesan Erdogan, kabûsan bibîne, divê em têkoşînê geş bikin. Divê em birêxistinî tevbigerin û têkoşîna xwe xurt bikin.”

Hevserokê FCK’ê Saît Ozturk jî derbarê serdegirtina polîsan daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş şermezar kir.