HDP'yiyên li sirgûnê: Divê MPKE û CPT peywira xwe bi cih bînin

Çalakiya HDP'yiyên hilbijartî ya ji bo Leyla Guven a li ber avahiya KE'yê îro jî berdewam kir, hilbijartiyan xwestin ku CPT û PMKE rayeyên xwe li ser Tirkiyê bixebitînin.

Gelek HDP'yiyên hilbijartî ku di nav wan de parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiyê hene, ev sê roj in li ber avahiya KE'yê ku rûniştina Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (KE) didome, çalakiyê dikin.

Di nav hilbijartiyan de wekîlên berê Faysal Sariyildiz, Leyla Brîlîk, Tugba Hezer Ozturk Kemal Aktaş, Nursel Aydogan û Sîbel Yîgîtalp û Filîz Koçalî jî hene.

Hilbijartiyên ku saet 08.00'an li ber KE'yê hatin cem hev, xwestin ku ji bo Leyla Guven tevbigerin.

HDP'yiyan bi pankartekê bal kişandin ser rewşa lezgînbûnê ya Leyla Guven ku ev 78 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û bi dirûşmeyan xwestin ku bi lezgînî tevbigerin.

'LI DIJ ZEXTAN KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'

Sîbelyîgîtalp çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan, Strasboûrgê û Hewlêrê, Gallerê bi bîr xist û got, ''Hevalên me yên ku ji polîtîkayên berdestên ên Tirkiyê nerehet û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê hewl didin di greva birçîbûnê de ne.'' Yîgîtalp got grevên birçîbûnê li dijî polîtîkayên zextê û îmhayê bi armanca parastina demokrasiyê ne.

'AKP MAFÊN SIRUŞTÎ DIKE MIJARA ŞANTAJA SIYASÎ'

Yîgîtalp got ew ji bo ku daxwaza Leyla Guven a mirovî, sincî û hiqûqî bînin ser ziman li vir in û diyar kir, ji bo ku MPKE li gorî rêgezên ku hiqûqa navnetewî şert danîne, tevbiger çalakiyê dikin.

Yîgîtalp got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan krîza Tirkiyê û Rojhilata Navîn giran dike û got bi tecrîda girankirî ya 5'ê Nîsana 2015'an re li Tirkiyê şertên giran ên tundî û şer çêbûne.

Yîgîtalp got mafê Ocalan ê ku malbata xwe û parêzerên xwe bibîne, ku divê nebe mijara nîqaş jî, hikûmeta AKP'ê kiriye mijara 'şantaja siyasî' û domand, ''Ev şantaja siyasî Tirkiye aniye ber kaos û krîzeke giran.''

BI MILYONAN GOTIN 'VÎNA MIN E'

Yîgîtalp got gel li Ocalan xwedî derdikeve, bi milyonan mirov daxwazname dane Meclîsa Tirkiyê û gotin, ''Ocalaan vîna min e'' û di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015'an de, ya ku Ocalan dayî destpêkirin, şer tinebû.

'KE Û CPT MECBÛR IN BI PEYWIRA XWE RABIN'

Yîgîtalp got divê KE û CPT ya ji bo ku pêşî li êşkence û binpêkirina mafan bigire hatiye avakirin, li dijî dewletên ku tecrîdê dikin mafê wan heye ku biryara guşarê bidin û got.

KE û CPT mecbûr in ku têkilî vê bi berpirsyariya xwe rabin. Berpirsyariya MPKE'yê jî heye. Helbet Tirkiye jî divê li gorî peymanên navnetewî biçe, ku îmzeya wê li ser wan heye. Em ji bo ku peywira wan bi bîr bixin li vir çalakiyê dikin.''

Yîgîtalp herî dawî got tecrîd ne tenê Ocalan jiyana bi milyonan mirov rasterast têkildar dike û bi vê çarçoweyê jî divê tevbigerin.