HDP'yiyan bang li Konseya Ewropa û CPT kirin: Bi erka xwe rabin

Wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP'ê yên li ber Konseya Ewropayê li hev civiyan bang li CPT û Konseya Ewropayê kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê û pêkhatina azadiya Leyla Guven bikevin dewrê.

Bi navê siyasetmedarên HDP'yî, Parlamenterê berê yê Wanê Lezgîn Botan û Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk daxuyanî dan.

'BI RENGEKÎ NEHIQÛQÎ GIRTÎ YE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji ber nehiqûqiya rejîma AKP'ê ya faşîst ew neçar mane bên Ewropayê û bi vê çalakiya xwe re dixwazin bang li Konseya Ewropayê bikin.

Hate bibîrxistin ku Leyla Guven 76 roj in di greva birçîbûNê de ye û hate gotin, Guven li bajarekî Kurdan li Colemêrgê 80 ji sedî yê dengan bi dest xist û bû parlamenter.

HDP'iyan diyar kirin, Leyla Guven ji dema bûye parlamenter û vir ve girtî ye û tevî ku ceza lê nehatiye birîn jî bi rengekî nehiqûqî li girtîgehê tê hiştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, azadiya Leyla Guven wê bi kêrî têkoşîna aştiyê were û hate bibîrxistin, Guven bedena xwe daye ber birçîbûnê û têkoşîna xwe bi vî rengî didomîne.

'DAXWAZEKE WÊ YA BI TENÊ HEYE; BIDAWÎBÛNA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ'

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin, "Tenê daxwazeke Leyla Guven heye; bidawîbûna êşkenceya li Îmraliyê" û hate destnîşankirin, tecrîd sûcekî giran e ku li dijî mirovahiyê tê kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Birêz Abdullah Ocalan 7 sal e nikare parêzerên xwe bibîne û 2 sal û nîve jî hevdîtina bi xizmên wî re tê astengkirin. Daxwaza bidawîbûna vê tecrîdê tê kirin. Ji ber ku tecrîd êşkence ye û êşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev yek di xala bingehîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digire ku Konseya Ewropayê ji dinyayê re ragihandiye."

'CPT JI BO PÊŞÎ LI ÊŞKENCEYÊ Û BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN BIGIRE HEYE'

HDP'iyan bi bîr xistin, erk û wezîfeya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ye ku pêşî li êşkence û tecrîda li girtîgehan bigire û bang li CPT hate kirin ku bi karê xwe rabe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "CPT yek ji saziyên herî girîng ên Konseya Ewropayê ye. Ji bo pêşî li êşkenceyê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bigire, heye."

'OCALAN GIRTIYEKÎ JI RÊZÊ NÎNE, ÎRADEYA SIYASÎ YE'

HDP'iyan bi bîr xistin, Ocalan ji aliyê bi milyonan kesî ve weke îradeya siyasî hatiye qebûlkirin û diyar kirin, greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî ji bo pêşîgirtina li mirina mirovan e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di dema danûstandinan de şer sekinîbû û gotin, "Birêz Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Nasnameyeke siyasî ye ku ji bo gelê Kurd gelekî hêja ye û sê û nîv milyon mirovî bi gotina 'Ocalan îradeya min a siyasî ye' daxwazname daye parlamentê."

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, bi sedan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û bi saya vê yekê birayê Ocalan şandine Îmraliyê, lê belê ev yek têrê nake.

HDP'iyan diyar kirin, pêkhatina vê hevdîtina kurt nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û gotin, "Ji bo tecrîd û êşkence bi dawî bibe, divê parêzer û xizmên Ocalan karibin di çarçoveya qanûnî de bi rêk û pêk hevdîtinan pê re bikin."

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI GUVEN

Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayin ku rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven li asta metirsîdar e û ji bo bidawîbûna êşkence û tecrîdê, ji bo pêşîgirtina li mirina mirovan bang hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û rêveberên Konseya Ewropayê hate kirin: "Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 76'an de ye. Eger pêşî li çalakiya ku ber bi mirinê ve diçe neyê girtin, em ê we ji rewşa ku dikare rê li ber mirina bi sedan kesî veke berpirsyar bibînin.

Em bang li we, bang li hempîşeyên xwe dikin ku xwedî li Leyla Guven û daxwazên wê derkevin.

Em bi hev re dikarin xwedî li jiyana Leyla Guven derkevin."

Siyasetmedarên HDP'yî piştî daxuyaniyê çûn Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku 37 roj in greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger lê pêk tê.

Siyasetmedarên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê:

Parlamenter: Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Demîr Çelîk, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Mehmet Emîn Adiyaman, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Tûgba Hezer Ozturk.

Hevşaredar: Bûrhan Kocaman (Hevşaredarê Depê), Fatma Şik Barût, Firat Anli, Huseyîn Guneş, Leyla Îmret, Orhan Şansal, Veysel Keser.

Rêveberên partiyê: Fîlîz Koçalî, Alî Şîmşek, Emrûllah Bîngol, Hasan Vûral, Hayrî Ateş, Sabîha Gunduz, Îhsan Çelîk, Songul Çelîk.