HDP'ê tecrîd ji Komîseriya Mafên Mirovan re ragihand

Heyetek ji HDP'ê, li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ên lİ Tirkiyeyê bi Komîseriya Mafên Mirovan a Kosneya Ewropayê re hev hevdîtin kir.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagiza, bi Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîc re rûniştin. Heyeta HDP'ê ji Mîjatovîc xwest, li ser tecrîdê, binpêkirina mafên mirovan û grevên birçîbûnê bikeve nava liv û tevgerê.

Hevdîtin li ofîsa Mîjatovîc pêk hat û Fayîk Yagizay li ser hevdîtinê agahî da ANF'ê. Yagizay diyar kir, hevdîtin "gelekî erênî" derbas bûye wan bal kişandine ser tecrîdkirina Ocalan, greva birçîbûnê ya Leyla Guven a 71 roj in didome, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, Strasboûrgê û gelek bajaran ku dewam dikin.

TIRKIYE PEYMANÊN KONSEYA EWROPAYÊ Û HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE

Yagizay anî ziman, wan ji Mîjatovîc xwestine, ji bo pêşîgirtina li mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bikeve nava hewldanan û bi bîr xist, Tirkiye hem qanûnên xwe, hem jî gelek peymanên mafên mirovan ku weke endamê Konseya Ewropayê îmze kiriye, binpê dike.

Yagizay diyar kir, wan ji saziya erkdar a Konseya Ewropayê xwestine ku di vê mijarê de bikeve nava hewldanan û tedbîran bigire.

HELWESTA CPT Û DMME'YÊ WEKE PIŞTGIRIYA JI BO SIYASETA ERDOGAN TÊ DÎTIN

Mijareke din a ku Meral Daniş Beştaş û Fayîk Yagizay di hevdîtinê de li ser sekinîn, helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye ku serlêdanan bi derengî dinirxînin.

Beştaş bi bîr xist, CPT ew saziya erkdar e ku di mijara tecrîdê û binpêkirina mafan li girtîgehan divê bikeve nava hewldanan û got, ji ber ku bi derengî tevdigere, binpêkirina mafên girtiyan kêm nabe.

'JI BO PÊŞÎGIRTINA LI BINPÊKIRINAN HEWL TÊ DAYIN'

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûjna Mîjatovîc jî diyar kir ku ew plan dikin îsal seradna Tirkiyeyê bikin.

Mîjatovîc ragihand, ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafên mirovan ew hewl didin û hewldanên wan ên di vî warî de wê bidomin.

Mîjatovîc diyar kir, greva birçîbûnê ya Leyla Guven 'kêm' jî be rê li ber hevdîtina bi Ocalan re vekiriye û got, "Hevîdar im ev yek wê weke nîşaneyeke serketinê bê dîtin û bêyî ku bêhtir zerar li tenduristiya wê bibe, çalakiya xwe biqedîne."