HDP bi Seroka MPKE û Sekretiya Giştî ya KE re civiya

Heyeta HDP’ê bi Serokê Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa (MPKE) û Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa (KE) re civiya. Di hevdîtinê de hate gotin ku divê tecrîda Îmralî bidawî bibe.

Duh heyeta HDP’ê bi Seroka Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa (MPKE) Lîllîane Maûry Pasqûîerg û  Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa (KE) Thorbjørn Jagland re nêzî saetekê civiya.

Heyeta HDP’ê ji Endamê Koma Yekîtiya Çep a MPKE û Alîkarên Hevserokên Giştî yê Berpirsên Têkiliyên Karê Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca, Endamê Yedek yê MPKE Pero Dundar, Endamê Rûmetê yê MPKE Ertûgrul Kurkçu, Nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Faîk Yazig pêk dihat.

TECRÎDA ÎMRALÎ ROJEV BÛ

Di divînê de tendurisitya Leyla Guven û dilgirtina wê hate vegotin. Heyetê di hevdîtinê de ragihand ku divê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawî kirin.

Heyeta HDP’ê ragihand ku herdu civîn erênî derbas bûye. Diyar bû  heyeta HDP’ê dawiya hefteyê di çarçoveya vê civînê de bi nûnerên komîsyona, delegasyonên welatên cûda yên dibin banê Konseya Ewropayê de civîn pêk anîne.