HBDH’ê konferansa xwe ya Ewropayê ya 1’emîn li dar xist
HBDH Ewropayê di konferansa xwe ya yekemîn de bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dijî faşîzm û emperyalîzmê bila li dora tevgerên wan bibin xeleq.
HBDH Ewropayê di konferansa xwe ya yekemîn de bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dijî faşîzm û emperyalîzmê bila li dora tevgerên wan bibin xeleq.
HBDH Ewropa di 17-18’ê Cotmehê de konferansa xwe ya yekemîn li dar xist. HBDH Ewropayê encamnameya konferansê eşkere kir û bal kişand ser bernameya çalakiyên xwe yên dema bê.
Delegeyên PKK, MLKP, MKP, TKP/ML, TÎKB, DKP, TKEP/Lenînîst ên li Ewropayê tevlî konferansê bûn.
Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir û raporên xebatên yên komîteyên HBDH û KBDH’ê yên Ewropayê hatin xwendin.
Di konferansê de ev biryar hatin stendin:
“Divê hemû komîte li gorî biryarên konferansê bihistyar bin, di nav xebatên giştî de xebatên KBDH’ê werin dîtin, li qadên guncav komîteyên herêmî yên HBDH’ê werin avakirin, xebatên ajîtasyon û progandayê ji nû ve were sererast kirin, tevî pêkhateyên xebatên ciwanan Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Ciwanan were avakirin û bloka antîfaşîst were avakirin."
Di konferansê de li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê, 19’ê Kanûnê Qetlîama Girtîgehan, Qetlîamên Roboskî û Meraşê jî hate sekinandin û hate diyarkirin ku divê xebatên kontgerîlla û MÎT’ê yên li Ewropayê yên rejîma faşîst were teşhîrkirin.
Di konferansê de bang li hêzên demokrasiyê, karker, kedkar û jinan hate kirin ku li dijî faşîzm û emperyalîzmê li dora HBDH’ê bibin xeleq.