Hatîp Dîcle serdana berxwedêrên li Berlînê kirin

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dicle serdana berxwedêr Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstefa Tûzak û Şiyar Xelîl ên li Berlînê di grevê de ne kir.

Berxwedana Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstefa Tûzak û Şiyar Xelîl ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Berlînê dewam dike. Çalakiya Tûzak di roja 124, Xelîl 11, Kobanê û Bagdûr jî 108’an de dewam dike.

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ê serdan çalakvanan kir. Dîcle anî ziman ku tevî giraniya rewşê jî çalakvan grevên xwe bi biryardarî didomînin, bal kişand ser berxwedana ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan dewam dike.

Dicle da xuyakirin ku wê berxwedan bi ser bikeve û got: “Ji ber çalakiya we, we pîroz dikim, bi we serbilindin. Ev berxwedan bi qasî berxwedana Xeyriyan, Kemalan a li dijî tarîtiya 12’ê Îlonê berxwedaneke dîrokî ye.”

Dicle bal kişan ser rola têkoşîna aştî û azadiyê ya Ocalan a ji bo gelên Rojhilata Navîn û got: “Rojên xweş nêz in, bi teqez em ê bi ser bikevin.”