Guven ji Parlamentoya Ewropayê re name şand

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku di greva birçîbûnê de ye, ji bo Serokê Parlamentoya Ewropa Antonîo Tajanî û serokên komên siyasî yên li Parlamentoya Ewropayê de name şand û li dijî tecrîdê bang kir.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku ev 84 roj e li dijî tecrîda Îmralî di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye ji Serokê PE Antonîo Tajanî re name şand û got; “Li Parlamentoya Ewrpayê di rûniştinên Strasboûrgê de jî bû rojev li Tirkiyeyê li pêşiya demokrasiyê û asayîbûnê astengiyên cidî hene.”

DIVÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ HELWESTA XWE YA MUZAKERAYAN BIDOMÎNE

Guven diyar kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwedî rolekî girîng, tecrîd heye û wiha domand; “Helwesta hemû saziyên Yekîtiya Ewropa ya ji bo vegera pêvajoya muzakeriyên bi Tirkiyeyê re girîng dibînim û divê ev helwest her tim bibe rojev û wê li Tirkiyeyê asayîbûnê pêk bîne.”

EV ÇALAKÎ, JI BO GELEKÎ MAFDAR E

Guven diyar kir ku tecrîda Îmralî belavî hemû Tirkiyeyê bûye û got; “Hikumeta Tirk rêz ji qanûnên xwe û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) nagire. Heta ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bi dawî nebe û mafê herî bingehîn yê hevdîtina malbat û parêzeran pêk neyê ez ê çalakiya xwe bidomînin. Ez bi hêvî me ku li dijî politîkayên îzolasyonê yê dewleta Tirkiye ku namzetê endamtiya YE ye, ya li ser civak û girtîgehan bihestiyar bin. Greva birçîbûnê ne daxwazekî takekesî ye. Li girtîgeh û derveyî welat bi sedan kes ketine greva birçîbûnê. Ev çalakiyên ji bo parastina gelekî mafdar e.”

DIVÊ PARLAMENTOYA EWROPA ROLÊ XWE BILEYZE

Guven di dewama nameyê de got; “Ji bo peyamên piştgiriyê yên ji Parlamentoya Ewropayê di şexsê we de hemû dostan silav dikim û hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Ji bo rakirina sîstema tecrîdê ku Tirkiye veguherandiya rejîmeke tarî, ez ji we daxwaz dikim ku rolê xwe yê çêker yê di Parlamentoya Ewropayê de, pêk bînin.”