Greva Tûzak di roja 12’an de dewam e

Mûstefa Tuzak ê li bajarê Dûîsboûrg ê Elmanyayê dijî, ev 12 roj in di greva bêdawî û bêdorveger de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 78’an, greva li Strasboûrgê jî ya 14 Kurdistaniyan jî di roja 39’an de ye.

Greva Kurdistaniyê bi navê Mûstefa Tuzak (Melle) a li Dûîsboûrgê ya bêdawî û bêdorveger jî di roja 12’an de ye.

Kurdistanî her rojê serdana Tûzak dikin. Tûzak ê tim ji aliyê dixtor ve tê kontrolkirin her diçe kîloyan li xwe kêm dike.

Tûzak anî ziman ku heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne.