Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 14 çalakvanan a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 48’an de ye. Tevî rewşa gelek çalakvanan grane jî lê di berxwedanê de bibiryar in.
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê piştî rewşa wî giran bû rakiribûn nexweşxaneyê û şûnde vegeriya cihê çalakiyê û çalakiya xwe didomîne. Serê hefteyê rewşa Kerem Solhan giran bibû û piştre çalakiya xwe domand.
PEYAMÊN BERXWEDANÊ DAN
Di roja 48’ê de jî Kurdisatniyan çalakvanên li Strasboûrgê bi tenê nehiştin. Malbatên Yuksel Koç, Kerem Solhan û Remezan Îmîr hatin Strasboûrgê.
Gulê Koç hevjîna Yuksel Koç peyama li gel berxwedêranin da û got: “Divê em jî dengê we bilind bikin. Divê em ji malên xwe derkevin, deng bidin dengên wan. Serketina mezin li benda wan e. Serketina berxwedêrên grevê wê bibe serketina gel.”
SARIKAYA: EM DEYNDARÊN RÊBER APO NE
Mûstefa Sarikaya ê ji bo gel axivî diyar kir ku berxwedan li ber encamgirtinê ye got: “Encam çi dibe bila bibe, em dixwazin vê carê bi ser bikevin. Gel daxwaz dike ku dengê Rêber Apo bibihîse. Ev ji bo me şermekî mezin e. Îro ku em dibêjin em Kurd in; ev bi saya Rêber Apo ye û em denyndarên Rêber Apo ne.”
Sarikaya diyar kir ku şikandina tecrîdê erkekî li ser milê wan e û ji bo şikandina tecrîdê ‘direng mane’ û got: “Ev 20 sal in Rêberê me di nava tecrîdê de ye. Ev ji bo me şerm e.” Sarikaya da xuyakirin ku tevî polîtîkayên hov ê dewleta Tirk dide nîşandan ku di demê xwe yê herî lewaz de ye û wiha pêde çû: “Erdogan di nava partiya xwe de jî rê nade kes baxive. Tehmûla Twîttekê jî nake. Ev nîşaneya lewaziya faşîzma AKP’ê ye.”
Sarikaya bal kişand ser rola dîrokî ya jinê û got: “Leyla Guven gavek avêt û niha belavî her alî bûye. Berdêl çi dibe bila bibe, serketin wê pêk were.”
Ji çalakvanan dîsa Mehmet Sevîm jî di gotûbêjên serdanan de bal kişand ser rola gel a diberxwedanê de û diyar kir ku tecrîd bi teqez berxwedana gel wê bişkê.
Di serdana îro de jî ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê nêzî 50 Kurdistanî bi girseyî serdana çalakvanan kirin. Dîsa bi dehan kes ji bajarên Bremen, Kolnê hatin Strasboûrgê. Di nava kesên hatine serdanê de zarokên Ayvaz Ece û Kerem Solhan jî hebûn.