Greva Strasboûrg di roja 32’an de ye: Partiya Çep a Kesk destek kir

Greva bêdawî û bêdorveger a li Strasboûgê dewam dike, gelek hilbijêr û Partiya Çep a Keskan piştgirî da çalakiyê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 17’ê Kanûna 2018’an ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatibû destpêkirin bi biryardarî dewam dike. Piştgiriyên ji bo çalakiyê jî her roj zêde dibin. Greva ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasboûrgê dom dike, li gel Kurdistaniyên li bajar û derdor gelek kes serdan dikin û piştgirî dikin.

Di nava kesên hatine serdanê Hevşaredara Cizîrê ya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin Leyla Îmret û Parlemetera HDP’ê ya dema 26’ê Nûrsel Aydogan û hevberdevkê berê yê Partiya Çep a Kesk Mehmet Cengîz jî heye.

Di dema serdanê de Cengîz mafê axaftinê girt û anî ziman ku pir kêfxweşe bi çalakvanan re hatiye ba hev û anî ziman ku partiya wan piştgiriyê dide çalakvanan.

Cengîz di serî de tecrîda giran a li ser Ocalan û bêedaletî û bêhiqûqiya li Tirkiyeyê şermezar kir, anî ziman ku têkoşîna demokratîk dixwazin bi hişmendiyeke polîtîk û pêkanînan biçewisînin û heta li ser raman jî qeyûm hatine wezîfedarkirin.

TÊKOŞÎNA HEVPAR

Cengîz got: “Ji bo hê zêdetir têkoşîna demokrasî û aştiyê xurt bibe, divê di nava yekgirtinekê de têkoşîn bê kirin. Di demekê de ku faşîzim hatiye bisazîkirin,divê têkoşîneke hevpar bê kirin, li ser xetekî hevpar berxwedan bê mezinkirin.”

‘HETA ARMANC PÊK WERIN…’

Li ser navê çalakvanan jî Yuksel Koç axivî û anî ziman ku şikandina tecrîdê di heman demê de tê wateya şikandina polîtîkayên faşîst ên li ser gelan jî. Koç bibîr xist ku heta armancên wan pêk werin wê çalakiyê bidomînin.

SERDAN Û HEVDÎTIN JÎ DIDOMIN

Gelek Kurdistaniyên li Strasboûrg û derdorî wê dijîn serdana çalakiyê dikin. Li aliyêdin xebatên agahdarkirinê yên bi nûnerên welatên endam û Konseya Ewropayê re jî dewam dikin.