Greva Strasboûrg di roja 37’an de ye: Serdanên ji bo grevê didomin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Strasboûrgê di roja 37’an de dewam dike. Serdanên ji bo grevê jî her diçe dewam dike.

Serdanên piştgiriyê yên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 14 kesan a li bajarê Strasboûrg 17’ê Kanûnê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike.

Ji saetên sibê ve hilbijêrên HDP’ê, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û heyeta li gel dîsa ji Akademîsyenên Aştiyê 4 akademîsyen serdanana çalakvanan kir. Her wiha di dewama rojê de jî siyasetmedarên Kurd û Fransî jî berê xwe dan cihê çalakiyê û serdana çalakvanan kirin.

JI GELEK BAJARAN WELATÎ SERDAN DIKIN

Di nava rojê de ji nava welatiyên ji bajarên Sachesen, Bremen, Stûttgart, Kehl ên Elmanyayê bi dehan kes û ji Swîsreyê jî gelek kes berê xwe dan Strasboûrgê û serdana çalakvanan kirin. Rêveberê Federasyona Elewî ya Demokratîk a Parîs a paytexta Fransayê Mûstefa Gokpinar û gelek welatparêz berê xwe dan Strasboûrgê û hêz dan çalakvanên grevê.

Bi dehan Kurdistaniyên li Strasboûrg û derdorî wê jî dijî, nava rojê serdana çalakvanan kirin.

RÊVEBERÊN BAJARÊ MOSELLEÎLÎ YÊ PARTIYA KOMUNÎST A FRANSA (PCF) SERDANA STRASOBÛRGÊ KIRIN

Her roja diçe piştevaniya tevger û partiyên siyasî ya bi çalakvanên greva birçîbûnê re dewam dike. Îro jî endamên federasyon û gelek welatiyên bajarên Metz a 150 kêlometre dûrî Strasboûrgê û endamên Partiya Komunîst a Fransa (PCF) peyamên piştevaniya bi çalakvanên grevê re dan.

Di nava heyeta li ser navê PCF’ê hatî sekreterê beşa Metz Marîe Marechalî li gel Sylvîe Machet, Jean-Marîe Drobîsz, Pascal Bortot û Abel Pîaûlt hebûn.

Li ser navê PCF’ê Marîe Marechal axivî û diyar kir ku piştgiriya Tevgera Azadiya Kurd dikin û anî ziman ku tecrîda li ser Leyla Guven napejirînin. Marechal bibîr xist ku her demê PCF li gel daxwazên gelê Kurd in, bal kişand ku her demê destekê wê bidin grevên biçîbûnê yên bi rêyên aştiyane ku li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan tê kirin.

Marechal daxuyakirin ku destekê didin têkoşîna Leyla Guven û rexne li xwenegirtina berfireh a greva birçîbûnê ya di çapemeniyê de nagire.

Endamên din ên heyeta Partiya Komunîst a bajarê Moselle yê jî da diyarkirin ku têkoşîna Kurdan ji bo wan girîng e û wê di nava piştgiriyê de bin.

 ‘PÊWÎSTÎ BI YEKGIRTINÊ HEYE’

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç diyar kir ku serdana heyeta PCF’ê hêz û moral da wan û bal kişand ser têkoşîna hevpar a gelan. Koç da xuyakirin ku ji piştevaniyê zêdetir pêwîstî bi yekgirtinê heye. Koç nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna jiyana hevpar a gelan parvekir.

ROJNAMEVANAN JÎ SERDAN KIRIN

Kedkarên çapemeniyê jî serdana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin, piştgirî kirin.Rojnameger Ferda Çetîn û Erdal Er serdana çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê ya Strasobûrêg kir û bi çalakvanan re civiya.