Greva li Parîsê di roja pêncan de didome. Di veguhêziyê de kaoseke mezin heye.
Di roja pêşîn de qadên wekî perwerdehî, darizandin, polîs, îtfaîye, berhevkirina çopê, rafînerî, saziyên enerjiyê û veguhêziya hewayî jî di nav de gelek sektor tevlî grevê bûbûn. Li gorî sendîkayan 1,5 milyon kes daketine qadan û reforma teqawitbûnê protesto kirine.
Vê Duşemê jî li Parîsê 10 xetên metroya Parîsê girtî man. Nîvê tramvay û otobusan nexebitîn. Saziya trênan a neteweyî jî bi tenê 15-20 ji sedê wê dixebite. Ji ber greva di veguhêziyê de li herêma Parîsê bi qasî 622 kîlometre trafîk çêbû.Ji nav 25 navendên otobusan 7 jê ji aliyê xwepêşanderan ve hatin blokekirin.
Sendîkayan roja Înê diyar kiribûn ku wê di 10’ê Kanûnê de dîsa dest bi grevê bikin û dakevin kolanan.
Tê payîn ku Serokwezîr Edoûard Phîlîppe roja Çarşemê derbarê teqawitbûnê projeya hikumetê eşkere bike.
Sekreterê Giştî yê Têkoşîna Karkeran (FO) Yves Veyrîer ji rojnameya Le Fîgaro re axivî û diyar kir heta ku reform were vekişandin wê çalakiyên xwe bidomînin.