Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 4’emîn de didome
Ji bo ku CPT biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 4’emîn de didome.
Ji bo ku CPT biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 4’emîn de didome.
Ji bo ku CPT têkeve nav hewldanan di 17’ê Kanûnê de bi tevlêbûna 15 kesan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Serdanên ji bo çalakgeran didome.
Roja Pêncşemê gelek kes hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya ku li Mala Çandê ya Mezopotamyayê didome.
Di destên sibehê de ji bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê komek Kurd hatin serdana çalakiyê.
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’
Li ser navê çalakgeran Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku moralê wan bilind e. Koç got ku, “Em hemû çalakger biryardariya me heye ku em bi ser bikevin û berxwedanê geştir bikin.”
Koç diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin û ji bo hevdîtinê jî hewldanên wan hene.