Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 38’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li bajarê Strasboûrgê di roja 38’an de dewam dike. Kurdistaniyên li Elmanya, Fransa û Swîsreyê serdana çalakgeran kirin û bang li gel kirin ku berxwedana çalakgeran li her derê bikin rojev.

Îro destpêkê komeke Kurdistanî ji bajarê Elmanya Kolnê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û piştgirî dan çalakgeran. Piştre ji bajarên cuda yên Swîsre û Fransayê Kurdistanî hatin serdana çalakgeran û li ser navê Yekîtiya Kardêrên Kurd a Fransayê (ÛEFK) li Strasboûrgê serdana çalakgeran kirin.

JI ZURÎHÊ GELEK JIN JI BO PIŞTGIRÎDAYÎNÊ LI STRASBOÛRGÊ BÛN

Li aliyê din jinên Kurd eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê didin. Îro ji bajarê Swîsre Zurîhê ku piraniya wan jin bûn gelek kesan serdana çalakgerên li Strasboûrgê kirin.

Di serdanê de dayikên Kurd têkildarî rewşa çalakgerên ku 38 roj in di grevê de ne agahî standin, têkildarî Leyla Guven û grevên li girtîgehan jî pirs kirin. Dayikan piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê anîn ziman û diyar kirin ku ji bo çalakî bigihêje armanca xwe, wê kar bikin. Jinan bang li Kurdên Ewropa kir ku piştgiriya çalakiyê bikin.

Komeke Kurdistanî ji bajarê Metz ê dikeve bakur rojhilatê Fransayê serdana çalakgerên Strasboûrgê kirin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê anîn ziman.

JI YEKÎTIYA KARDÊRÊN KURD PIŞTGIRÎ

Li aliyê din komeke ji Yekîtiya Kardêrên Kurd a Fransa (ÛEFK) ji Parîsê çûn Strasboûrgê û piştgiriya çalakgeran kirin. Li ser navê ÛEFK Mehmet Sûbaşî axivî û diyar kir ku di pêvajoyên herî girîng ê têkoşîna Kurd de li dijî zextan berxwedana greva birçîbûnê ye. Sûbaşi ragihand ku ÛEFK li dijî çalakiyê bêdeng namîne û ji bo piştgirîdayîna çalakgeran li Strasboûrgê ne.

SEVÎM: DIVÊ GELÊ ME BERXWEDANÊ HÊ BÊHTIR BIKE ROJEV

Mehmet Nîmet Sevîm jî bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven di roja 77’an de ye, spasiya kardêrên Kurd kir û got; “Tenduristiya Leyla Guven û Nasir Yagiz zêdetir ji ya me di rojeva me de ye. Encama herî baş ji bo me ew e ku em bigihêjin armancên xwe. Ji bo vê jî divê gelê me li her derê hê bihêztir berxwedanê pêş bixin û belav bikin. Her ku diçe belav dibe û ev moralê dide me. Serdanên wiha ji bo me gelekî bi qîmet in.”

Sevîm got; “Divê Kurdên li Ewropa hê bêhtir çalakiyê bikin rojava raya giştî. Eger ev pêş bikeve wê berxwedan bi ser bikeve. Ji bilî serketinê tu hilbijartinekî me nîne. Me bi berxwedanê ji destpêkê ve qezenç kiriye.”

REWŞA TENDURISTIYA ÇALAKGERAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê 17’ê Kanûnê destpê kir. Çalakî bi tevlîbûna Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, rojnamevan Gulistan Çiya Îke û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç jî di nav de bi 14 çalakgeran didome.

Di roja 38’an a çalakiyê de rewşa tenduristiya çalakgeran her ku diçe girantir dibe. Diyar bû ji çalakgeran Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç gelek kîlo kêmkiriye, konsantrasyona wî kêm bûye û pirsgirêka xewê li wî peyda bûye