Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 37'an de ye

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 37'an de ye. Doh gelek kesan serdana çalakgeran kirin.

Greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Strasboûrgê ku 17'ê Kanûnê dest pê kir, di roja 37'an de ye. Doh bi sedan kesên ji Elmanya, Fransa, Swîsre û Hollandayê serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan.

Endamên yekîtiya Jinên Sosyalîst ên li Parîsê (SKB), xebatkarên Çira TV û bi dehan Kurdistaniyên ji eyaleta Sachsen a Elmanyayê, bajarên Bremen, Mannheîm, Dûîsbûrg, Kehl û Offenbûrgê yên Elmanyayê doh serdana çalakgeran kirin. Ji Hollanda û kantonên Cenevre, Lozan û Sîon ên Swîsreyê gelek kes hatin Strasboûrgê.

Mehmet Alî Yilmaz bi navê girseya ji Swîsreyê hat axivî û diyar kir, çalakiyên li dijî tecrîdê tên lidarxistin, gelekî bi fedakarî ne. Yilmaz got, welatparêzên Kurd jî ji bo piştevaniyê çi wezîfe bikeve ser milê wan wê bi cih bînin.

Parlamenterê berê Kemal Aktaş û endamên Komeleya Dostaniya Kurd a Alsaceyê, serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û piştgirî dan wan.

Di vê navberê de hunermend Garîp Nûrhak û Sîmar jî moral dan çalakgerên li Strasboûrgê û stranên xwe yên şoreşgerî gotin.