Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 28'an de ye

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 27 roj li pey xwe hişt. Malbatên hin çalakgeran ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirin.

Greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasboûrgê 17'ê Kanûnê dest pê kir, 27 roj li pey xwe hişt. Welatparêzên li derdora Strasboûrgê dimînin û malbatên hin çalakgeran serdana çalakiyê kirin.

Malbata çalakgerê bi navê Kerem Solhan, ji bajarê Dragûîgnan ê Fransayê serdana çalakgeran kir. Malbata Solhan çalakger hemû silav kir, piştgirî da wan û diyar kir, berxwedan wê bi ser bikeve.

Ferdên malbatê ji CPT xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê û bi bîr xistin ku rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven êdî li asta krîtîk e.

Yek ji çalakgeran, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç e. Malbata Koç jî hat Strasboûrgê û destek da çalakiyê.

Hevserok û zarokên Yuksel Koç li cihê çalakiyê axivîn û diyar kirin, ji bo wan giran jî be ew destekê didin çalakiyê.

Kurê Koç Mazlûm Koç û Olîver-Jann Kornaûs ku endamên partiya çep a Elmanyayê ne, serdana çalakgeran kirin.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan û Mûstafa Sarikaya doh tevlî meş û mîtînga li Parîsê bûbûn û diyar kiribûn, heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.