Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 155’an de didome

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 155’an de didome.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê jî dikeve meha 6’an.

14 çalakgeran di 17’ê Kanûna 2018’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Bi çalakiyên greva birçîbûnê re bêdengiya hikumet û saziyên Yekîtiya Ewropayê jî tê protestokirin.

Bi çalakiyê re tendirustiya çalakgeran jî dikeve halekî krîtîk. Çalakger Yuksel Koç, Kerem Solhan û Gulistan Çiya Îke rakiribûn nexweşxaneyê. Çalakgeran tedawî qebûl nekiribûn û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê domandibûn.

Çalakgeran gelek caran bi rêya çapemeniyê diyar kiribûn, heta ku tecrîd were rakirin wê çalakiya we bidomînin.