Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 154’an de ye

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 154’an de didome.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 154’an de didome.

Her roj ji bajar û welatên cihê yên Ewropayê gel tên serdana çalakgeran û piştgiriyê didin çalakgeran. Tendirustiya çalakgeran jî roj bi roj xerab dibe. Bijîşkê çalakgeran Dr. Fahrettîn Gulşen herî dawîn diyar kiribû ku xisarên mayînde di beden û hinavên çalakgeran de pêk hatiye.

ROJA 154’EMÎN

Berxwedêrên greva birçîbûnê li Strasbourgê 17'ê Kanûna 2018'an dest bi çalakiya xwe kiribûn. Gulîstan Îke, Nûrgul Başaran, Dîlek Ocalan, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Agît Ûral, Mohamed Ghaderî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Kerem Solhan û Kardo Bokanî 154 roj in di greva birçîbûnê de ne.