Greva birçîbûnê ya li Lavrioyê 106 roj in dewam dike

Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kampa Lavrio ya Yewnanistanê pêk tê, di roja 106'an de ye.

Koma 22'an di roja 106'an de greva birçîbûnê ya li kampa Lavrioyê dewr girt.

Bi navê koma nû daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Rêber Apo 22 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin."

Komê diyar kir ku heta azadiya Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe dewam bike.

Greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrioyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çandê ya Kurdistanê di 4'ê Çileyê de dest pê kir. Çalakî 5 rojan carekê bi dorveger tê lidarxistin.