Greva birçîbûnê ya li Esslîngenê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê, ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên Nobeda Edaletê destpê kir, bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê, ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên Nobeda Edaletê destpê kir, bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya bi dorvegerî ya 9'ê Sibatê destpê kir, di 14'ê Sibatê de bi dawî bû.
Di roja dawî ya çalakiya greva birçîbûnê de çalakger ber bi bajarê Metzê ve bi rê ketin. Tê payin ku li Metzê Meşvan bi rengekî girseyî bêne pêşwazîkirin. Meşvanên Azadiyê yên ji Parîsê jî bi rê ketin, ber bi Strasboûrgê ve meşa xwe dewam dikin.
Çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Esslîngenê bi koma ji 10 kesan destpê kiribû.
Nûenrên gelek saziyên civakî û partiyên siyasî tevî tevgera çanda Kurd TEV-ÇAND'ê serdana greva birçîbûnê kirin.
Di greva birçîbûnê de bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinê ya Meryem û TCŞ'ê qert ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatinj şandin. Her wiha ji bo meşa li Kolnê jî 10 hezar broşur hatin belavkirin.