Greva birçîbûnê ya Kadrî Saka kete roja 33’yan
Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka (58) di 13’yê Çileyê de li Elmanyayê hate binçavkirin. Saka ji roja hatî binçavkirin heya niha krîmînalîzekirina Kurdan a Elmanyayê protesto dike.
Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka (58) di 13’yê Çileyê de li Elmanyayê hate binçavkirin. Saka ji roja hatî binçavkirin heya niha krîmînalîzekirina Kurdan a Elmanyayê protesto dike.
Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka 13’yê Çileyê hat binçavkirin û ji wê rojê heya niha di greva birçîbûnê de ye. Saka di 13'yê Çileyê de li mala xwe ya li Bremen-Hûckelrîedeyê hate binçavkirin û di heman demê de li komeleya Kurdan a bi navê Biratî e.V’yê lêgerîn pêk hatin. Di heman rojê de ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Hansayê ve ji bo Sakayî biryara girtinê derket û Saka birin Girtîgeha Hambûrg-Holstenglacêsê û Sakayî li vir dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir.
Li gorî fona alikariya hiqûqî AZADÎ e.V’yê Saka ê bavê 8 zarokan hêj di greva birçîbûnê de ye.
ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK EGERA BINÇAVKIRINÊ
Serdozgeriya Hambûrgê Kadrî Sakayî bi hinceta ku li Bremen û derdora wê ji dawiya sala 2018’an heya Tîrmeha 2021’an weke endamê PKK’ê û piştgirîdayîna berpirsê herêmê yê wê heyamê, sûcdar dibîne.
Sûcdarkirinên derbarê siyasetmedarê kurd de ji çalakiyên demokratîk pêk tên. Organîzekirina çalakiyan û firotina kovar û bilêtan di nav sûcdarkirinên Sakayî de ne.
Dadgeha Elmanyayê rêxistina demokratîk a civaka Kurd li gorî madeya 129 A/B ya Qanûna Cezayî ya Elmanyayê, weke endamtî û piştgiridayîna rêxistineke terorîst dibîne.
Parêzerê Kadrî Sakayî xwest ku biryara binçavkirinê were betalkirin. Lê belê Dadgeha Bilind a Herêmê biryara binçavkirina wî da.
11 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HENE
Kadrî Saka di sala 1966'an de li Hespista girêdayî bajarê Şirnexê ji dayik bû û ji sala 1991'an û heya niha ji ber zextên siyasî yên dewleta Tirk li Elmanyayê dijî. Kadrî Saka li Bremenê weke di nava civakê de weke aktîvîstekî tê naskirin û beriya niha gelek caran hatiye binçavkirin û gelek caran li mala wî lêgerîn pêk hatine. A niha Kadrî Saka jî di nav de 11 girtiyên siyasî yên Kurd li gorî madeya 129a/b’yê ya Qanûna Cezayî li Elmanyayê tên ragirtin.