Greva birçîbûnê li Viyana kete roja 7’an, li Kolnê jinan qert şand in
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatibûn destpêkirin, dom dikin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatibûn destpêkirin, dom dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li paytexta Awûstûrya Viyayanayê dewam dike. Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî jinan ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven qert şandin.
VIYANA
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Viyanayê hatibû destpêkirin hefteyek li pey xwe hişt. Çalakiya ku hefteyek li pêşiya Neteweyên Yekbûyî hatibû destpêkirin li Mûsseûmqûartîerê dom dike. Li çalakiya greva birçîbûnê ya tevahiya rojê serdan jê kêm nebû, ji bo balê bikişîn ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê ya Colemêregê Leyla Guven belavok hatin belavkirin.
Çalakvanên gireva birçîbûnê ya ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bibûn peyama “Heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiya me dom bike.” Dan.
KOLN
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê jî dewam dike. Jinan, ji bo piştgirî bidin berxwedana Leyla Guven qert şandin.
Nivîskar Gunul Kaya, Songûl Erol, Abdal Dersim û hunermed Denîz Deman jî di nav de ku 7 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya Dêra Dom a Kolnê destpê kir de ne, ji bo Leyla Guven silav bikin qert şandin.