Greva birçîbûnê li Marîgnaneyê hate silavkirin

Li bajarê Marîgnane yê Fransayê çalakiyek hate lidarxistin û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin hate silavkirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re - bi hev re serhildan" çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li zindanan ku li dijî tecrîdê 48 roj in dewam dike û bang li ciwanan hemûyan kirin ku li dora vê çalakiyê bicivin.

Di daxuyaniya ciwanan de hate ragihandin ku ew xwedî li çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê derdikevin û daxwazên wan mîna daxwazên xwe dibînin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û TCŞ'ê hatin hildan.