Greva Şîş di roja 23’an de ye

Kurdistanî Îmam Şîş ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî, ewlehî û tenduristiya wî li bajarê Newport a Gallerê ketibû greva birçîbûnê di roja 23’an de didome.

Piştgiriya bi çalakiya Îmam Şîş a hemwext bi çalakiya greva birçîbûnê ya 17’ê Kanûnê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê re hate destpêkirin, dewam dike.

Kurdistaniyên li Gallerê dijîn ku serdana Şîş kirin, bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a di roja 62’an de dom dike.

Endamên Meclîsa Gel a Galler û hevserokên wê dosyayeke pêşnûme pirsê pêşkêşî Parlementoya Gallerê kir.

Di dosyayê de daxwazên Îmam Şîş ê ev 23’ê roj in di grevê de ye ên mîna: “Divê bi lezgîn tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin, tavilê divê CPT bi lezgîn bi erka xwe rabe’ cihî girtin, hate dayîna Parlemeterê Plaîd Cymrû Bethan Jenkîs.

Jenkîs anî ziman ku wê têkildarî daxwazên gelê Kurd bang li Parlementoya Brîtanyayê bikin.

Jenkîs her wiha li ser çalakiya Leyla Guven, zindan, Strasboûrg, Galler ji bo hişyarkirina raya giştî civînek lidarxistin.