Girtiya siyasî ya berê ya Îtalî Baraldînî ji bo Guven name nivîsî

Girtiya siyasî ya berê ya Îtalî Sîlvîa Baraldînî, bi nameyekê piştgirî da Heveroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan ev 77 roj in di grevê de ye.

Baraldînî ji ber girêdana xwe ya bi gelê Afro-Emerîka û ramanên xwe nêzî 20 salan li girtîgehên DYE’yê hatiye girtin.

Baraldînî ya niha li Îtalyayê dijî, yek ji kesên kedeke mezin ji bo naskirina rola navendî ya berxwedana jinên Kurd a li dehan girtigehan.

Baraldînî di heman demê de otobiyografiya yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) a li Parîsê hatibû qetilkirin, bi zimanê Îtalî li çapemeniyê dabû naskirin û karên cuda jî pêk aniye.

Nameya Aktivîsta Îtalî Sîlvîa Baraldînî ya ji bo Leyla Guven nivîskî wiha ye:

 “Hevrêya min a hêja Leyla Guven;

Ez vê nameyê ji bo piştgiriya berxwedana te ya bê hempa ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê di sala 1999’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin û li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, dinivîsim. Weke kesayeteke domdirêj a li girtîgehên federal ên Emerîka û dîsa di nava tecrîdê de mayî, vê rewşa ji bo şokandina bêdengiya li ser rewaş Ocalan bê ka çiqasî girîng e, baş dizanim. Gelek mîna herrêyên te ji aliyê rejîma Erdogan ve bê hiqûqî li Girtîgeha Amedê û girtîgehên din in, divê bêdengiya li dijî vê bê şikandin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a we 7’ê Mijdarê dabû destpêkirin kir ku gelek mirovên mîna bin bibin xwedî helwest. Hêviya min ew e ku; ev hêrsa navneteweyî ya li dijî zextên hikûmeta Tirk bibe wesîleya azadiya hemû girtiyên siyasî û mercên azadbûnê bi xwe re bîne.”