Girtina Guven li Mûlhoûseyê hate protestokirin
Li bajarê Mûlhoûseya Fransayê bi çalakiyekê dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate protestokirin.
Li bajarê Mûlhoûseya Fransayê bi çalakiyekê dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate protestokirin.
Li Mûlhoûseyê çalakiya bi banga Însiyatîfa Sema Yuce, li Porte Jeûneyê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de ku Kurdistanî û hinek Tirk, demokratên Fransî û saziyên çep piştgirî dayiyê, wêneyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate hildan.
Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “La femme, la vie, la liberte”, “Rejîma Tirk faşîst e” û “Terorîst Erdogan” berz kirîn. Di çalakiyê de anîn ziman ku gelek siyasetmedarên Kurd û hevserokên şaredariyan ên hatin hilbijartin bi şêweyek bê qanûnî xistine girtîgehan û bal kişandin ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerek topyekûn destpê kiriye.
Di axaftinan de diyar kirin ku Leyla Guven di çareseriya pirsgirêka Kurd de kilîla israra siyaseta demokratîk û aşitiyê ye û anîn ziman ku israra dewleta Tirk a ji bo çaresernekirina pirsgirêka Kurd, bi dîlgirtina Leyla Guven da nîşandan.
Herwiha di çalakiyê de ji bo tevlîbûna kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” banga tevlîbûnê hate kirin.