Germahiya global: Li Derya Bakur bendên bi sedan km'yî divê!

Ji ber germahiya global tê payin ku ava li deryayê bilind bibe. Ji bo pêşî li xisar û bandora vê yekê bê girtin, hate ragihandin ku li şûna bendên li peravan pêwîstî bi bendên li nava deryayê heye.

Eger rêjeya belavkirina karbondîoksît (CO2) û gazên mîna wê yên bi bandora serayê neyê kêmkirin, germahiya globla a ku bi 1.1 pileyî ji germahiya sedsala 19'an zêdetir bûye, wê di dawiya vê sedsalê de bi çend pileyî zêdetir bibe.

Eger germahî di ser 2 piileyî re be, di serî de li cemserên bakur û başûr wê li gelek herêman cemed bihelin û ava li okyanûsê jî zêde bibe, asta wê bilind bibe.

Bilindbûna avê jî wê bibe sedem ku herêmên li peravên bi dehan welatî wê di nava avê de bimînin, gelek qadên çandiniyê jî ji holê rabin. Yek ji van deryayan jî Derya Bakur e ku gelek welat li derdora wê ne. Hollanda, Elmanya, Skoçya, Îngilistan, Norwêc, Fransa, Danîmarka û Belçîka li dora Derya Bakur in. Tê texmînkirin ku bilindbûna ava li Derya Bakur wê yekser bandorê li 25 milyon kesî bike.

LI ŞÛNA BENDA JI HEZARAN KÎLOMETREYÎ YA LI PERAVAN, DIBE KU LI NAVA DERYAYÊ BI XWE BEND BÊN DANÎN

Li hemberî bilindbûna avê, lêkirina bendan li peravên van hemû welatan wê gelekî biha be. Ji xwe ji bo ev bê kirin divê bi hezaran kîlometreyî li peravan bend bên danîn.

Zanyarên Hollandî û Elman pêşniyar dikin, ku li şûna li peravan, bendan bi sedan kîlometreyî li nava deryayê bi xwe deynin, bi vî rengî bilindahiya pêlên avê yên ji Okyanûsa Atlantîk ber bi Derya Bakur ve tên daxînin. Li gorî karê pisporên Enstîtuya Lêkolînên Deryayê ya Qraliyeta Hollandayê û Enstîtuya Kîel Geomar a Elmanyayê, bi bendên li herêma navbera Fransa, Îngilistan, Skoçya û Norwêcê bên danîn, dikarin asta ava li Derya Bakur kêm bikin.

Li gorî vê projeyê ku navê "Northern European Enclosure Dam' (Bendava Dorpêçkirina Bakurê Ewropayê), li rojavayê Derya Manşê ya navbera Fransa û Îngilistanê bendekî ji 161 kîlometreyî dikare bê danîn. Bendê zêdeyî 480 kîlometreyî yê ji bakurê Skoçyayê heta Norwêcê û Giravên Shetlandê jî yek ji pêşniyarên lêkolîneran e. Li herêma li Manşê ku tê xwestin bend bê danîn, kûrahiya deryayê derdora 85 metre ye. Kûrahiya deryayê ya navbera Skoçya û Norwêcê jî ji 127 metreyî heta 320 metreyî ye.

BI SEDAN MILYAR EURO WÊ LÊ BIÇE

Maliyeta vê pêşniyara zanyarên Hollandayî û Elman jî gelekî bilind e. Tê texmînkirin ku wê ji 250 heta 500 milyar Euro li çêkirina van bendan biçe.

Tê gotin ku ev yek jî wê bi tena serê xwe têra kêmkirina pêlên Derya Bakur neke. Ji ber vê yekê jî divê gelek stasyon bên avakirin ku saniyeyê 40 hezar metrekup avê ji Derya Bakur biherikînin Okyanûsa Atlantîkê. Ji bo vê jî pêwîstî bi avakirina bi dehan stasyonan heye.