Gerîla Êrîş Rojhilat di salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Êrîş Rojhilat di salvegera şehadeta xwe de li Berlinê hat bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Êrîş Rojhilat di salvegera şehadeta xwe de li Berlinê hat bibîranîn.
Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Komîsyona Malbatên Şehîdan a girêdayî Nav Berlinê ji bo gerîlayê HPG’ê Êrîş Rojhilat (Nûrî Elçî) yê ku di êrîşa îmhayê ya dewleta Tirk a dagirker de 20’ê Cotmeha 2023’yan li Dersimê şehîd bûbû, li paytexta Elmanya Berlinê merasîma bîranînê li dar xistin.
Bîranîn di şexsê Êrîş Rojhilat de ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endama Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayê Gozê axaftinek kir û got: “Şehîd Êrîş beşdarî têkoşîna ji bo jiyana azad a Kurdistanê bû û di vê armancê de şehîd bû. Em weke malbatên şehîdan divê xwedî li şehîdan derkevin. Eger em xwedî li hev dernekevin û xwedî li şehîdên xwedî dernekevin, em nikarin li Kurdistana azad a ku xeyalên zarokên me ye bijîn.”
Hevseroka Nav Berlînê Nursel Yildiz jî axivî û wiha got: “Axaftina li ser şehîdan weke her carê ji bo me jî rewşeke zehmet e. Dema behsa şehîdan dikin em di dîtina gotinan de zehmetiyan dikişînin. Em bi dijminekî wisa re rû bi rû ne ku exlaqê wî yê şer jî nîne, êrîşî her cihê ku Kurd lê dijîn û destkeftiyên Kurdan lê hene dike. Ji ber vê yekê em li ku dibin bila bibin, ji bo ku xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin, divê çi ji destê me bê em bikin.”
Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê Nûrê Alkiş axivî û got: “Şehîd Êrîş kapîtalîzm red kir û tevlî Têkoşîna Azadiyê bû. Li dijî pergala ku ziman, çand û hebûna wî înkar dikir, şopa lehengan hilbijart. Di vê rêyê de tevlî karwanê şehîdan bû.”
Nûrê Alkiş anî ziman ku bi rêya telefonê bi dayika şehîd Êrîş re axivîne û wiha domand: “Dayika wî got, şehîd Êrîş ne tenê zarokê min e. Ew zarokê hemû Kurdistanê ye. Ji bo jiyana azad li axa Kurdistanê têkoşiya û ji bo vê yekê şehîd bû.”
Bîranîn bi pêşandina sînevîzyona ji bo Şehîd Êrîş Rojhilat hatibû amadekirin û berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.