Gelo DAÎŞ'ê dixwest êrîşî trenê bike?
Roja Yekşemê li xeta trenê ya banliyoyeke paytexta Elmanya Berlînê pirsgirêkek derket. Polîsên ku li ser vê yekê lêkolîn kirin, belavok û ala DAÎŞ'ê dîtin.
Roja Yekşemê li xeta trenê ya banliyoyeke paytexta Elmanya Berlînê pirsgirêkek derket. Polîsên ku li ser vê yekê lêkolîn kirin, belavok û ala DAÎŞ'ê dîtin.
Beriya cejna Noelê, li gelek balafirgehên Elmanyayê ji ber tirs û fikara êrîşa terorê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatibûn girtin. Di serdegirtinên malan de jî yên derbarê êrîşên gengaz ên terorê de 4 kes hatibûn destgîrkirin.
Roja Yekşemê jî, di xeta trenê ya banliyoya navbera navçeyên Lîchtenberg û Kopenîck ên paytexta Elmanya Berlînê pirsgirêkekê rû da. Tê gotin, pirsgirêka li xeta trenê ji ber hewldaneke êrîşa terorê rû daye. Hate ragihandin ku di encama lêkolîna polîsan de derket holê ku pirsgirêka rû da ji ber êrîşeke sabotajê bû.
IŞARET BI DAÎŞ'Ê TÊ KIRIN
Polîsan li herêma navbera stasyonên Karlshorst û Wûhlheîdeyê lêkolîn kirin û encamên destpêkê hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê, li cihekî nêzî xeta trenê aleke DAÎŞ'ê û nêzî 60 belavokên bi îmzeya çeteyên DAÎŞ'ê hatine dîtin. Ji polîsên Berlînê Mîchael Gesen diyar kir ku delîlên hatine bidestxistin nîşan didin ku DAÎŞ'ê amadekariya êrîşekê kiriye. Lê belê DAÎŞ'ê heta niha berpirsyariya pirsgirêka li xeta trenê negirtiye ser xwe.
Hate gotin, di belavokên bi îmzeya DAÎŞ'ê de yên hatin dîtin, gef li welatên Ewropayê tê xwarin. Hate ragihandin, di belavokê de ji Ewropayê tê xwestin ku dawî li êrîşên xwe yên li ser 'Dewleta Îslamê' bînin, naxwe wê bibin hedefa êrîşên wan.