Gelên Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirker daketin qadan
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurdistaniyên li welatên cihê daketin qadan û ev êrîş protesto kirin.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurdistaniyên li welatên cihê daketin qadan û ev êrîş protesto kirin.
Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ev e ku Kurdan qir bike û rê li ber statuya wan bigire.
HELSÎNKÎ
Li Helsînkî jî Kurdan dewleta Tirk protesto kirin. Partî û rêxistinên Fînlandiyayê jî piştgirî dan çalakiyê.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî Kurd bi ruhê seferberiyê daketin qadan. Îro saet di 13.00’an de nêzî 2 hezar kes li Qada Canebîereyê hatin ba hev û meşiyan. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina çalakiyê hate kirin.
BERLÎN
Kurdistaniyên li pêşiya parlementoya Federal a paytexta Elmanya Berlînê hatin ba hev, bi mîtîngekê êrîşên dagirkeriyê protestokirin. Kurdistaniyan li gel dostên xwe yên Elman heta navçeya Kreûzbergê meşiyan.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî Kurd û dostên wan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Bi sedan kes li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê hatin ba hev û heta Gara Trênê ya Frankfûrtê meşiyan.
ADIGEY
Li bajarê Adigeyê yê Rûsyayê jî bi çalakiyekê operasyona dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin. Di protestoyê diyarkirin ku hemû kesên li hemberî vê êrîşê bêdeng in, ew jî şirîkê vê qetlîamê ne.
LÎEGE
Li bajrê Lîege yê Belçîkayê jî Kurdan êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyê de sloganên ji bo berxwedana YPG û YPJ’ê hate berzkirin.