Gelek welatên Ewropayê giraniyê didin ser santralên nukleerê
Di 'peymana kesk' a Yekîtiya Ewropayê de li şûna bikaranîna çavkaniyên enerjiya xwezayî, gelek welatên endam dest bi çêkirina projeyên santralên nukleerî kirin.
Di 'peymana kesk' a Yekîtiya Ewropayê de li şûna bikaranîna çavkaniyên enerjiya xwezayî, gelek welatên endam dest bi çêkirina projeyên santralên nukleerî kirin.
Di çarçoveya bernameya têkoşîna dijî guhertina avhewayê de ya Yekîtiya Ewropayê, welatên endam divê heta sala 2030'î belavkirina gazên bi bandora serayê bi asta ji sedî 55 kêm bikin. Lê belê li nava welatên endam, tedbîrên ji bo astengkirina belavkirina gazên bi bandora serayê bûne mijarên nîqaşê. Di vir de mijara sereke jî enerjiya ji nukleerê ye.
Yekîtiya Ewropayê di peymana beriya du hefteyan de peyva nukleerê gelekî kêm bi kar anî be jî ekolojîst destnîşan dikin, enerjiya nukleerê ya ku weke enerjiya mayinde tê nirxandin, ti mayindebûna xwe nîne.
Ji saziya Stop Tihange ku ji aktîvîstên ekolojiyê yên Belçîkayî, Hollandayî û Elman pêk tê, endamê saziyê Jorg Schellenberg ji Euronewsê re axivî û destnîşan kir ku li bazareke ku enerjiya nukleerê asayî bûye, bêyî piştgiriya aboriyê jiyan nabe.
Gelek welatên Yekîtiya Ewropayê mîna Polonya, Komara Çekê, Slovakya yan jî Macaristan ji bo dawî li bikaranîna komirê bînin, dest bi avakirina santralên nû yên nukleerê dikin.
Ji Zanîngeha Azad a Brukselê Profesorê Enerjiya Jeopolîtîka Samûel Fûrfarî diyar kir ku Yekîtiya Ewropa wê nikaribe dest ji vê enerjiya "cihê baweriyê" û belavkirina kêm a karbon berde. Samûel Fûrfarî got, "Ji gula bê bigire heta tav, biyokutle, komir, gaz û nukleerê pêwîstiya me pê heye. Lê belê komîsyon tenê enerjiya rojê û ba dixwaze."
Enerjiya ji nukleerê tê bidestxistin ji sedî 26 ê enerjiya li Yekîtiya Ewropayê ye. Li Belçîkayê enerjiya nukleerê nêzî nîv sed sal e tê nîqaşkirin. Armanca Belçîkayê ew e ku santralên nukleerê hemûyan heta 20 salan ji holê rake. Welatên ku alîgirê hilberîna enerjiya nukleerê ne, li benda biryara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya dawiya salê ne.