Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 48’an de didome. Duh ji bajarê Elmanya Goppîngenê ku di nava wan de endamê PYD’ê Abdîn Khorşîd jî di nav de endamên Meclîsa Gel serdana çalakgeran kirin.
Li ser navê endamên Meclîsa Gel Abdîn Khorşîd axivî û got; “Gelê Kurd di pêvajoyek gelek girîng de ye û divê gelê li Ewropa 24 saet an di nobedê de be.” Endamê Meclîsa Gel a Goppîngenê û PYD’ê Khorşîd banga xwedîderketina çalakgeran kir û got; “Divê li her qadê em çalakiyên xwe bilind bikin. Divê gelê me yê welatparêz dakevin qadan û dengê çalakgeran bigihînin saziyên navnetewî.”
Abdîn Khorşîd diyar kir ku bi çalakiyan wê tecrîd were şikandin û got; “Serketin wê ya gelê Kurd be.”