Gel li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan

Kurdistanî û dostên wan ên derveyî welat li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û protestokirin.

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî, saziyên Fransî, partiyên siyasî, gelên Ereb, Ermen, Tamîlî Cezayîrî û Kabîl, dîsa rêxistinên Femînîst ên li Qada Repûblîqûe daketin qadan. Nêzî 23 hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Partiya Komunîst a Fransî, Tevgera Serî Netewînin, UDÎ, NPA, LREM, senetor, parlementer, serokên rêxistinên civaka sivîl axivîn.

AVÎGNON

Di çalakiya ji aliyê Partiya Komunîst a Fransa ve hate organîzekirin, peyamên piştevaniyê ya bi Rojava re hate dayîn. Di çalakiyê de dewleta Tirk hate şermezarkirin.

MELBOÛRNE

Li ser banga Federasyona Civak Kurd a Demokratîk li bajarê Melboûrne ya Fransa bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hete protestokirin. Parlemeterê Partiya Keskan û parlementerê Eyaleta Vîctorîa Samantaha Ratnam, Nûnerê Yekîtiya Sendîkayên Evûstralya Colîn Long, Nûnerê Doxtorên li Dijî Şer Dr. Jenny Groûnds, parêzvanên li Ewrûstûryayê tên nasîn, nivîskar Arnold Zable, dostê Kurd dîroknas Prof. John Tully û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

STAVANGER

Kurdistaniyên li bajarê Stavager ê Norweçê dijîn jî bi meşekê dagirkeriya Tirk protestokirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku dagirkeriya Tirk bidin rawestandin.

MACHESTER

Li bajarê Manchester a Îngîltereyê bi çalakiyeyê ya ji aliyê Kurdish Comûnîty Center ve dagirkerî hate protestokirin.Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser yekîtiya netewî.