Fransa û Elmanyayê mohra xwe danîn binê peymaneke nû

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, ji bo xurtkirina têkiliyên navbera her du welatan mohra xwe danîn binê peymaneke nû.

Merkel û Macron peymana nû li bajarê Aachen ê Elmanyayê îmze kirin. Balkêş e peyman çar meh beriya hilbijartinên Parlamenta Ewropayê hate amadekirin. Rêveberên her du welatan destekê didin xurtkirina Yekîtiya Ewropayê ku bi zêdebûna neteweperestiyê re lawaz bûye.

Lê belê ev peyman li Fransayê rê li ber nerazîbûnên tund vekir. Ji rast a tund heta çepgiran, gelek hêz dibêjin, serweriya neteweyî ya Fransayê lawaz dibe û dikeve ser xeta Berlînê.

Peymana Hevkarî û Entegrasyonê ya Elmanya-Fransayê, wê peymana Elsyeeyê temam bike ku ew peyman sala 1963'an di navbera General de Gaûlle û Konrad Adenaûer ve hatibû îmzekirin. Peyman sala 1963'an, lihevkirina Fransa û Elmanyayê ya piştî şer berbiçav kiribû.

Li gorî peymana nû wê her du welat ji aliyê polîtîkayên aborî, siyasî û parastinê ve xwe nêzî hev bikin, li herêmên sînor hevkariyê bikin û desteyeke hevpar a ji 100 parlamenterên Fransayî û Elman bê avakirin.

Serokkomarê Fransayê Macron ji bo peymanê got "gaveke girîng e" û wê xizmetê ji xurtkirina projeya Ewropayê re bike. Macron got, "Di mijara parastina hevpar de em ti carî ewqasî bi pêş ve neçûbûn."