Fransa plana Brexîtê ya bê lihevkirinê da destpêkirin

Serokwezîrê Fransayê Edouard Phîllîppe, li ser îhtîmala ku Kralîyeta Yekbûyî bê lihevkirin ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, ji bo haziriyê plana xwe danî.

Serokwezîr Edouard Phîlîppe got, ''Berpirsyariya hikûmetê ew e ku welatê me hazir be, berjwendiya welatiyên me biparêze û berevaniyê li wan bike.''

Li gorî Serokwezîr ev plan, ''Ji bo kêmnekirina mafan, ji bo parastina mafên welatî û fîrmayan tevdîrên yasayî û hiqûqî vedihewîne.''

Sêşemê Kamaraya Gel a Kralîyeta Yekbûyî li dijî 202 dengan bi 432 dengan peymana Brexîtê ya di navbeyna Londra û Brûkselê de muzakereya wê dihate kirin, red kir. Piştî vê dengdanê Partiya Karker a Muxalefetê, pêşniyara pirsnameyê dabû hikûmeta Serokwezîr Therea May. May heta Duşemê divê ''Plana B''yê bide. Li ber serokwezîr du vebijêrk hene. Yan wê vegerin Brûkselê û dîsa muzakere bikin an jî wê bixwaze dîroka vekişîna ji YE'yê, ku 29'ê Adarê wê pêk were, taloq bike.

Piştî ku Kamaraya Gel peymana Brexîtê qebûl nekir, derî li veqetînê bê lihevkirinê jî vekir. Ev rewş bi taybetî fikarê bi derdorên aborî re çêdike. Hikûmeta Fransiz jî bi vê fikarê plana xwe sazkar kir.

Li Meclîsa Netewî piştî pejirandina Çarşemê, divê Perşemê Senato jî ji bo ku ev plan were qebûlkirin, vê planê bipejirîne.