Firotina çekan a Elmanya ya ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin

Bi armanca protestokirina firotina çekan a dewleta Elman a ji bo Tirkiyeyê, li bajarê Dûîsbûrgê çalakiyek hate kirin.

Komîteya Piştevaniya bi Rojava re ya li Dûîsbûrgê standa agahdarkirinê danîn, nerazîbûn nîşanî firotina çekan a Tirk dan.

Di çalakiyê de wêneyên şervanên enternasyonalîst ên di encama êrîşên hewayî yên Tirk ve hatine şehîdbûn, hatin hildan.

Di standa agahdarkirinê de, bal hate kişandina ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê, ji bo darezandina çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojava bê kirin îmze hatin berhevkirin.