Firat: Ji aliyekî ve banga aştiyê dikin, li aliyê din jî bombeyan li qadên sivîl dibarînin
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku desthilatdarî ji aliyekî ve banga 'aştiyê' dike, li aliyê din jî komkujiyan tîne serê sivîlan.
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku desthilatdarî ji aliyekî ve banga 'aştiyê' dike, li aliyê din jî komkujiyan tîne serê sivîlan.
Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat ji ANF'ê re axivî anî ziman ku hevdîtinên bi Rêber Apo re li nava raya giştî eleqe û hêviyeke mezin afirandin û got, "Bi bangên meha Cotmehê re têkildarî Birêz Ocalan eleqe û bendewariya pêvajoya çareseriyê zêde bûn. Ev mesele divê di çarçoveya demokratîk de bê çareserkirin. Pêwîstî bi çareseriyeke aştiyane heye. Tespîtên Birêz Ocalan ên li ser pirgirêka Kurd, pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn gelekî girîng in."
Firat bal kişand ser nakokiyên navbera polîtîkayên hundir û derve yên Tirkiyeyê kir û anî ziman ku li Sûriyeyê her roj êrîş li dijî rojnamevan û sivîlan tê kirin, bombe li qadên jiyanê yên gel têne berandin û got, "Ji aliyekî ve hûn qala çareseriyê dikin, dibêjin, werin em li hev bikin. Hûn qala xwişk û biratiya Tirk û Kurdan dikin, li aliyê din jî hûn êrîşî gelê me dikin. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Qetilkirina sivîlan bi êrîşên hewayî, bombardûmana li ser bendavan, nayê qebûlkirin. Li hemberî van êrîşan em ê dengê xwe bilind bikin."
Firat destnîşan kir ku tevgera Kurd di vê pêvajoyê de helwesta xwe bi şênberî nîşan da û anî ziman ku pirsgirêka Kurd divê di çarçoveyeke demokratîk de bê çareserkirin.
'KURD Û ELEWÎ DIVÊ TÊKILIYEKE HÎN NÊZ AVA BIKIN'
Firat bi taybetî nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser gelê Elewî yê li Sûriyeyê da û got, "Komkujî li Elewiyan tê kirin. Cenazeyê akademîsyeneke li zanîngehê hate dîtin. Bi rengekî hovane hatiye qetilkirin. Ev hovîtî şerma tevahiya mirovahiyê ye. Divê kes bêdeng nemîne."
Firat diyar kir ku civakên etnîkî û olî yên li herêmê ji bo parastina mafên xwe divê hîn çalak bin, bi taybetî bal kişand ser xurtkirina hevkariya gelê Kurd û Elewiyan û got, "Elewiyên li Sûriyeyê gel û komeke baweriyan a li wê derê ye. Lê belê nekarîn bibin yek, nekarîn yekîtiya xwe ava bikin. Durzî û civakên din daxwaza xwe ya xweser dikin, divê Elewî jî mafên xwe biparêzin."
Firat ragihand ku li Tirkiyeyê jî pirsgirêkên bi heman rengî hene, ev daxwaz divê ne tenê weke daxwaza hindekariyekê bê dîtin, divê weke têkoşîna hevpar a bawerî û gelên herêmê bê dîtin û got, "Em di demeke welê de ne ku civak hemû divê hevkariyê ji hev re bikin û bi vî rengî tevbigerin. Ne ew dem e ku em bi hev re mijûl bibin. Divê civak piştgiriyê bidin hev û ji bo aştiyê têkoşîneke hevpar bimeşînin."
'TÊKOŞÎNA ME YA BI BIRYAR WÊ DEWAM BIKE'
Firat anî ziman ku divê dawî li dijberiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bê anîn û got, "Divê êdî aştî û hezkirin li vê erdnîgariyê serwer be. Ji bo dawîanîna li dijberiya ku AKP û MHP'ê afirandiye, hemû gel divê bikevin nava hewldaneke hevpar. Ji bo aştiyê divê her kes hevkariyê bikin û têbikoşin."
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat destnîşan kir ku baweriya siyaseta Kurd li aştî û demokrasiyê tam e, ji bo çareseriyê jî wê bi biryardarî têbikoşin û got, ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo bicihanîna vîzyoneke aştiyê ya tevahiya herêmê ye.