BI DÎMEN

Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd ji gelê Fransayê re hat vegotin

Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Fransayê re hat vegotin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Ahmet Kaya li paytexta Fransa Parîsê, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Fransayê re hate vegotin.

Pêşî daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Nûnerên gelek saziyên Kurd ên wekî Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zûmrût, Endamê Konseya KCDK-E Mûrat Ceylan, Hevserokê CDK-F Şahîn Polat, Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Ahmet Kaya Azad Dogan û Berdevkê bakurê Fransayê ya Komîteya Çalakiyan a Herêmê Abdullah Ûlmez beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat bibîrxistin ku pêngava "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ketiye qonaxa duyemîn û hat destnîşankirin ku ev pêngav wê bi hevgirtina gelan re mezin û xurt bibe.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê qurnefîl û qertpostalên bi gotinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek welatî û esnafan li kolanên Parîsê hatin belavkirin û fikrên wî hatin vegotin.

Di çalakiyê de detayên herî balkêş jî hate gotin, "Esîrkirina mîmarê felsefeya Tevgera Jinên Kurd a ku DAÎŞ’ê têk bir, Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin."

Gel û esnafên derdorê ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kirin, pêngava azadiyê bi dilsozî pêşwazî kirin û piştgirî dan.