FIDH: Di cih de girtiyan berdin
Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) diyar kir, bernedana girtiyan ji cezayê kuştinê ne cihêtir e.
Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) diyar kir, bernedana girtiyan ji cezayê kuştinê ne cihêtir e.
FIDH a ku navenda wê li Parîsê ye û sala 1922'an bi asta ku li qada navneteweyî ji bo mafê mirovan têbikoşe hatî avakirin û ji 111 welatan 184 rêxistinên mafê mirovan endamên wê ne li dijî gefa vîrûsa koronayê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "FIDH û saziyên endam, ji bo ku bang bike ku hemû parezvanên mafê mirovan ên girtî werin berdan kampanyaya (#ForFreedom) #JiBoAzadiyê dane destpêkirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê parêzvanên mafê mirovan werin berdan û destûr were dayin ku xebatên xwe yên rewa yên li dijî nedadî, cihêkarî, tundî û mafên din ên mirovan bi cih bînin."
Seroka FIDH'ê Alîce Mogwe got, "Parêzvanên mafê mirovan ku aktorên rewa yên guherînê ne a rast diviya qet nehatana girtin."
Di daxuyaniyê de gotinên Komîsera Payebilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet jî cih girt, ku gotibû muxalîf di cih de divê werin berdan.
JI CEZAYÊ KUŞTINÊ NE CIHÊTIR E
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê rewşê d bêparhiştina mirovan a ji azadiyê, ji bo kesên ku bi Covî-19'ê ketine an jî rîsk ji bo wan heye ku pê bikevin ji cezayê kuştinê ne cihêtir e" û her wiha peymanên navneteweyî hatin bibîrxistin.
Alîkara Serokê FIDH'ê Reyhan Yalçindag jî got li welatên weke Tirkiyê ku girtîgeh ji kapîsataya xwe zêdetir tij ne rîskeke mezin a jiyanê ji bo girtiyan heye.