FEYKOM: Em tevlî Kampanyaya Malbata Bira bibin

FEYKOM’ê diyar kir ku ew ê tevî hemû saziyên xwe tevlî Kampanyaya Malbata Bira bibe û banga hevgirtinê kir.

Konseya Civaka Kurd a Evûstûryayê (FEYKOM) derbarê Kampanyaya Malbata Bira daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê tevî hemû saziyên xwe tevlî Kampanyaya Malbata Bira bibin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji ber koronavîrusê rewşa gelê me yê hejar xerabtir bûye. Bi taybetî rewşa gelê me yê li Mexmûr, Şehba, Şengal, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ne baş e.

Em FEYKOM jî tevlî hemû meclîs û saziyên xwe tevlî vê Kampanyaya Malbata Bira dibin. Tevlêbûna vê kampanyayê him erkeke neteweyî û him jî erkeke mirovî ye.”

FEYKOM’ê diyar kir ku kesên dixwazin tevlî kampanyayê bibin dikarin têkiliyê bi vê nimreyê deyne: 0043 660 691 9888."