BI DÎMEN

Festîvala Jinê ya Zîlan bi dawî bû

Festîvala Jinê ya Zîlan piştî pêşandana komên muzîk û govendê bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

18’EMÎN FESTÎVALA JINÊ YA ZÎLAN

Festîvala Jinê ya Zîlan ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê (YJK-E) ve bi şîara “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê” hat lidarxistin, piştî axaftin, pêşandanên folklor û konsera muzîkê bi dawî bû.

Fermandara Yekîneyên Jin a Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî di festîvalê de axivî, beşdarên festîvalê silav kir û got: “Min silavên gelê Şengal û çiyayên Şengalê ji we re anî. Ez li ser navê YJŞ’ê Festîvala Jinê ya Zîlan pîroz dikim. Têkoşîn û berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikim. Di sala 2014’an de xeta xiyanetê civaka Êzidî bêyî xwedî û parastin hişt. Gerîlayên HPG û YJA Starê ji çiyayên Kurdistanê ji bo alîkarî û parastina civaka Êzidî hatin. Di encama berxwedan û têkoşînê de li Şengalê hêzên xweparastinê hatin avakirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jin a Şengalê (YJŞ) îro parastina gelê Şengal û çiyayên Şengalê dike. Civaka Êzidî îro di xeta berxwedanê ya Zîlan de xwe diparêze û jiyana xwe ava dike.

Piştî axaftina Şengalî, ekolojîstê Amerîkaya Başûr Lolîta Rexîshnan pêşendaneke jiyana bi xwezareyê re sembol dike pêşkeş kir.

Festîval bi konsera komên muzîk û govendê berdewam kir û jin bi coş govend gerandin. Festîval bi dirûşmeyên dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.