BI DÎMEN

Li Herfordê bîranîna cangoriyên Şengalê

Di bîranînê de ku bi wesîleya salvegera 6'emîn a şehadeta Zekî Şengalî hate lidarxistin, hemû cangorî hatin bîranîn.

Endamê Koordînasyona Êzidiyan û Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) di encama êrîşa balefirên bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bibû, di 6’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn. Bîranîn di şexsê Mam Zekî Şengalî de ji bo bîranîna hemû cangoriyên Şengalê hate lidarxistin. Malbata Şengalî, nûnerên saziyên Êzidî û Kurdistanî, endamên KOMAW'ê û gelek Kurdistanî tevlî çalakiya bîranînê ya li bajarê Herford ê Elmanyayê hat lidarxistin, bûn.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zekî Şengalî û Êzidiyên hatine qetilkirin li eywanê hatin daliqandin. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê malbata Zekî Şengalî Gulê Ozden axivî û diyar kir ku têkoşîna Şengalî heta ku yekîtiya civaka Êzidî pêk were wê bidome.

Li ser navê Saziya Berxwedêrên Şengalê Xelîl Çiya jî di merasîmê de axivî û li ser hewldanên Zekî Şengalî yên ji bo yekîtiya civakî rawestiya. Xelîl Çiya diyar kir ku ew ê li ser bingeha mîrateya Şengalî, civaka Êzidî jî di nav de têkoşîna yekîtiya gelê Kurd bidomînin.

Endamê Koordînasyona NAV-YEK'ê Hacî Çelîk li ser jiyan û têkoşîna Zekî Şengalî nirxand kir û destnîşan kir ku ji bo komkujiyên li ser civaka Êzidî bi dawî bibin û bibin xwedî statu divê ev têkoşîn bidome.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever bal kişand ser fermanên ku li ser civaka Êzidî hatine meşandin û anî ziman ku ji bo careke din ev ferman dubare nebin divê civaka Êzidî bibe xwedî parastin û statuya xwe bi dest bixe. Engîn Sever da zanîn ku têkoşîna civakî ya Zekî Şengalî îro baştir tê fêmkirin û destnîşan kir ku Şengalî ji bo azadiya Şengalê û ji bo gelê Êzidî di nava ewlehiyê de bijî têkoşîneke bê hempa meşand.

Li ser navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûjiyan Gunay jî axivî. Nûjiyan Gunay anî ziman ku têkoşîna pêşengên weke Zekî Şengalî jinên Êzidî gav bi gav ber bi azadiyê ve birin û destnîşan kir ku ew ê dev ji azadiya ku jinên Êzidî bi bedelên mezin bi dest xistine bernedin.

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.