BI DÎMEN

Fermandar Orhan Bîngol li Saint Avoldê hate bîranîn

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê şehîd Orhan Bîngol li Saint Avoldê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Orhan Bîngol (Alî Dînçer) ku 6'ê Hezîrana 2024'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li bajarê Saint Avold ê Fransayê hate bîranîn.

Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên Saint Avold û Strasbourgê bîranîn lidar xistin û malbata şehîd Orhan Bîngol jî tevlî bû.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, li ser jiyan û têkoşîna Orhan Bîngol sînevîzyonek hate nîşandan.

Di bîranînê de ku tim û tim dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn, bi navê mablatê xwişka wî ya mezin Zahîde axivî. Zahîde Dînçer got, "Di serî de Serok Apo bila serê me hemûyan sax be" û diyar kir ku Orhan Bîngol ne tenê şehîdê malbatê ye, ew şehîdê tevahiya gelê Kurd e.

Zahîde Dînçer got, "Birayê min zewicî bû, zarokekî wî hebû. Dest ji wan berda û ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava têkoşînê bû" bang li ciwanan kir ku bidin ser şopa Orhan. Zahîde Dînçer got, "Dijmin îro me tine dike. Bênavber li Kurdan dixe. Çawa ku Orhan 32 salan têkoşiya, ev banga têkoşînê li we ye. Ez bawer dikim ku hûn ê Kurdistanê rakin ser piyan û hêza me hîn xurt bikin."

Siyasetmedar Îsmaîl Erzîncan jî di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê yên Kurd bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbatê, gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mirovahiyê re xwest.

Îsmaîl Erzîncan destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd têkoşîneke mirovahiyê ye û heta serketinê jî wê dewam bike.

Siyasetmedar Cûma Tak jî bal kişand ser dilsoziya bi şehîdan re û got, "Divê qiblegeha her kesî şoreş be û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst mêtinger divê em serî netewînin."

Piştî axaftinan peyama Partiya Komunîst Moaîst hate xwendin û hate gotin, "Şehîd Orhan Bîngol şehîdê têkoşîna enternasyonal e."

Çalakiya bîranînê bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê Serok Apo jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.