Fermandar Axîn Mûş li Londonê hat bibîranîn
Axîn Mûş (Hulya Demîrer) sala 1995’an ji Îngilistanê gihîşt Tevgera Azadiyê ya Kurd û ku Fermandara Eyaleta Amedê bû, bû şehîd, li Lozanê hat bibîranîn. Bi sedan kes tev li bibîranîna wê bûn.
Axîn Mûş (Hulya Demîrer) sala 1995’an ji Îngilistanê gihîşt Tevgera Azadiyê ya Kurd û ku Fermandara Eyaleta Amedê bû, bû şehîd, li Lozanê hat bibîranîn. Bi sedan kes tev li bibîranîna wê bûn.
Ji bo fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) ku 17’ê Îlonê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de bû şehîd, li Navenda Civaka Kurd meresima bibîranînê hat çêkirin. Malbat, hevrê û bi sedan Kurdistanî tev li meresimê bûn.
15Li ser maseya wêneyên Havîn Karakoç, Çetîn Temel (Demhat), Cîhat Ay li ser, kulîlkên hatin danîn û find hatin vêxistin. Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û PAJK’ê li salonê hatin daliqandin.
Meresima bibîranînê bi girtina rêzê bi deqeyekê ji bo Şehîdên Şoreşê dest pê bû. Bi pişt re sînevîzyonek li ser jiyana Axîn Mûş hat nîşandan. Gava nîşandana sînevîzyonê gelek caran diruşima ‘’Şehîd namirin’’ hat berzkirin.
‘JINEKE WEK FERÎŞTEYAN BÛ’
Li bibîranînê pêşiyê peyama Tevgera Jinên Kurd hat xwendin. Hevseroka Meclisa Gelê Kurd Turkan Bûdak peyam xwend. Peyam ev bû ku hat xwendin: ‘’Heval Axîn a nirxek e ku xelkê Serhedê yê berxwedêr mezin kiriye, ji ber êşa veqetîna ji ziman, nasname û çanda xwe û hewila ketina bi pey cewherê xwe, bi Tevgera Azadiyê re zû bûye hevnas. Mirov ku ji der ve li hevrê Axîn dinihêrt ji sekina wê bi mirov re heybet çê dibû û her wiha yeke sekan bû. Di dil de bahoz radibû, volkan diteqiya lê zû bi zû bi kesî nedida hisandin. Ev volkan piştî dîlgirtina Rêber Apo teqiyaye û tu zemînî nekariye hevrê Axînê bigire.
Bûdak destnîşan kir ku Axîn ji bo hildana heyfê ji komploya berpêyî Rêberê Gelê Kurd têkoşiyaye ku careke din gel heman êşê nekişîne. Bûdak diyar kir ku vîna Axîn Mûş pir xurt bûye û got: ‘’Melayîket bibûna mirov wê berendama ewil hevrê Axîn bûya.’’
‘JI LONDONÊ TEV LI TÊKOŞÎNÊ BÛ’
Nivîskar Alî Poyraz ku li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî, îşaret pê kir ku pêncî salên dawîn di serî de jin û ciwan li Kurdistanê bedel pir hatiye dayîn û wiha pê de çû: ‘’Ev bedel encama berxwedana li dijî mêtingeriya Tirk e. Wê ev berxwedan her berdewam be. Şoreşa Rojava bi têkoşîna rûmetyar a hevrê Axînan çê bû.
Poyraz anî ziman ku mêtingeriya Tirk nikare çongê li Kurdê berxwedêr bişikîne û wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘’Hevrê Axîn sala 1995’an ji Londonê tev lê bû. Wek gerîlayeke jin tevlêbûna ji Londonê bi serê xwe şoreş e. Heta bibe şehîd jî bi erka xwe ya şoreşgeriyê rabû. Şehîd bi jiyana xwe pêşeroja me dikin ronî. Şehîd namirin.’’
'JINEKE KURD A FEDAKAR BÛ’
Piştî Poyrazê hevalê wê yê têkoşînê Xalê Selîm axivî. Xalê Salîm hestên xwe yên di der barê Şehîd Axîn de bi zorê gotin û wiha axivî: ‘’Serê gelê me yê welatparêz ê berxwedêr sax be. Sala 1996’an em bi hev re têkoşiyan. Jineke Kurd a fedakar bû. Beriya bigihîje gerîla, me li Ewropayê hev dît. Diyar kir ku ew ê ji bo gel biçe serê çiyayan. Divê mirov li dijî neheqî û zilmê baş li ber xwe bide û şer bike. Anî ziman ku ew ê xeyalên xwe li çiyayên Kurdistanê bike rastî. Axîn ku fermandareke mezin bû, derbeyên wisa giran li dijmin xistin ku wê tu car ji bîr nebin. Di xeta Rêber Apo de, jiyana xwe da di ber Kurdistanê de da. Azîn şîn e. Axîn Kurd in. Şehîd namirin.’’
Piştî axavtina Xalê Selîm bêyi sekin diruşimên ‘’Şehîd namirin û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hatin berzkirin.