BI DÎMEN

Fermana 74'an li Swîsreyê hate şermezarkirin

Qirkirina Şengalê di salvegera 10'emîn de li bajarê Zurîhc ê Swîsreyê bi meşekê hate şermezarkirin.

ŞERMEZARKIRINA QIRKIRINÊ

Çalakger li qada Hevetiaplatzê li hev kom bûn û bi dirûşman ber bi navenda bajarê Zurîchê ve meşiyan.

Nûnerên meclîsên kantonê yên ser bi Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê, PYD, FEDA, Pêkhateyên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Federasyona Gelan a Demokratîk a Swîsreyê (ÎDHF) û Kurdistaniyên ji çar parçeyan tevlî çalakiyê bûn.

Beriya meşê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya li Şengalê deqeyek rêz hate girtin. Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer axivî û li gel bîranîna qurbaniyan her wiha diyar kir ku divê ew têkoşîna li dijî mejiyê tarî bilind bikin.

Piştî axaftinan girseya gel bi dirûşman heta navenda bajêr meşiya û têkildarî qirkirina li Şengalê bi hezaran belavok belav kir.

Girseya gel piştre careke din li Hevetiaplatzê vegeriya û bi dirûşma 'Bijî berxwedana Şengalê' dawî li çalakiya xwe anî.